Dosya Taybetî: Tehdîta Jenosîdê û Êzidî -2

Dr. Ismail Beşikçi:
Parastina Êzidiyan wezîfeya Hikumeta Herêmê ye
Gabar Çiyan
Dr. Ismail Beşikçi eyne ye. Neynik e. Rastiya me, bi xweşî û nexweşî, rastî anjî şaşîtiyan nîşanî me dide. Dr. Beşikçi pisporê Doza Kurdan e. Pirtûkên wî, nivîsên wî li ser Kurdan in. Wî ji ber helwest û dîtînên xwe, beşek ji jiyana xwe di zindanê de derbas kir...
Pirsa Parastina Êzidiyan li dijî xeterên terorî, pêşxistina tore û adetên bav û kalên me, anku yên Êzidiyan, pirsek giring e. Me dîtina Dr. Ismail Beşikçi li ser pirsê girt.
- Birêz Dr. Beşikçi, weke ku hun jî zanin, di van demên dawiyê li dijî Êzidiyan hejmarek êrîş pêk hatin. Armanca êrîşan, gav bi gav tunekirina Êzidiyan, jiholêrakirina çandekî ye. Hilweşandina baweriyek kevnare ye ku rehên xwe kur berdane erdê welatî. Hedefa wan: Tunekirina nîşan, delîl û koka me kurdan e.
Ji bo parastina Êzîdiyan, pêşxistina çand û baweriya kevnare, wezîfeyên me çi ne, divê çi bê kirin?
Dr. Ismail Beşikçi: Êzîdî Kurd in. Baweriya Kurdan ya berî peydebûna ola Îslamê hemêz dikin, diparêzin. Êzidî, berî jidayikbûna Mesîh bi sedan salan li jora Mezopotamyayê bicîh bûbûn û li ser xaka xwe jiyana xwe didomandin.
Êzîdî di gelek qonaxên dîrokî de, ji ber êrîşên Kurdên olîslamî, mîrên Kurdan û ereban mexdur bûne, neheqî li wan hatiye kirin. Lê Êzidiyan, herdem, ji bo Rizgariya Netewa Kurdistanê, ka rû xebat kirine, di şer de cîh girtine, û şehîd dane.
Pir giring e ku Gelê Kurd li ser bingeha vê zaniyarê nêzî Êzidiyan bibin, wan nas bikin. Pêwîst e Gelê Kurd bi awayekî sîstematîk, bi zanabûnên piralî û kur li ser welatperwerî û fedekariya Êzidiyan û giringiya parastina çand û ola kevnare bêne ronîkirin...
Divê em dema peydebûn, û pêşketina Îslamê bînine bîra xwe: Dema ku xelkê bi şurê zorê dikirin misilman...
Di demek wisa de, parastina nirxên Netewa Kurd dihate çi wateyê? Li hemberî zordarî û tadayiya baweriyên biyanî, eks û israra parastina nirxên Netewa Kurd dihate çi wateyê?
Divê em li ser rastiya van pirsan kur bibin, bi zaniyariyê nêzî pirsê, anku Êzidiyan bibin...
Pêwîst e cihên Êzidiyan tevlî sînorên Herêma Kurdistanê bibe. Laleş di nav sînorê Herêmê de ye. Êzidiyên Şexanê, ji awira parastinê ve, „ji aliyê êrîşên ji derve û komplo û planên li dijî wan“, di xeterê de ne.
Ji bo ku Êzidî karîbin baweriyên xwe bi azadî bidin domandin, pêwîstiya wan bi aramiyê heye. Divê ewlekariya cihê wan xurtir bibe, li wir rewşek azad pêk were. Divê Rêvebirên Hikumeta Herêmê vê yekê bibînin...
Pêwîst e ji bo pêşxistin û xurtkirina aborî û civaka Êzidiyan polîtîkayek pêk were. Divê ev polîtîka, weke wezîfeyek giring ya Hikumeta Herêma Kurdistanê bê dîtin.
Êrîşên neteweperestên ereban li dijî Êzidiyan herku diçe zêdetir dibin. Ew dixwazin Kurdan weke sucdar nîşan bidin û şûpheyên li dijî Kurdan zêde bikin.
Di van mehên dawî de, hejmarek êrîş li dijî Mesîhî û Asuriyan pêk hatin. Divê armanca êrîşan di çarçoveya hatiye qalkirin, bêne nirxandin.
Divê Kurd li hemberî lîstik û komployan pir şiyar bin...
Pir giring e, û pêwîst e Hikumeta Herêma Kurdistanê û Gelê Kurd bi peyv, beyan, û çalakiyên xwe ispat û nîşan bidin ku ew, bi Êzidiyan re ne, piştgiriya wan dikin. Her wisa ew piştgiriya xwe ji bo Mesîhiyan jî bi erênî nîşan didin.
EuroKurd Human Rights – www.eurokurd.net
Çavkanî: Rizgari.org
|