Ezidi Forening i Danmark

الجمعية الايزيدية في الدانمارك

 

Dosya Taybetî: Tehdîta Jenosîdê û Êzidî -3


Serhan Isa:

Şingal Kurdistan e

Gabar Çiyan


- Em te ji Komela Kaniya Sipî û xebatên li ser Êzidiyan nas dikin. Ji kerema xwe re, xwe ji xwendevanên me re bide nasîn. Serhan Îsa ki ye?

Serhan Isa: Di sala 1974 an de li Rojavayê Kurdistanê gundê "Alareşa" ji dayîk bûm. Min, xwendina seretayî li gund bi dawî anî, paşê û bi sedema xwendinê li bajarê Tirbespiyê akincî bûm, hetanî sala 2000 an.

Di sala 1993 an de min dest bi nivîsandinê kir. Di hindek kovar, rojname û malperên Kurdî û Erebî de nivîsî. Di sala 2000 an de koçberî Elmaniya bûm. Di sala 1997 an de dîwana xwe ya pêşî bi navê “Dûrbûna te dest pêka” helbestê ye derxist. Di 2001 î de pirtûka helbestan bi navê “Gula mijê”, "Xalid Hisên" wergerandin ji zimanê Erebî derxist. Sê (3) pirtûkên min ji bo çapê amade ne.

Sala 1993 an li gel hindek rewşenbîrên Kurdên Êzidî Komela Kaniya Sipî damezirand.

Ji salên 1990 î, di 16 saliya xwe de tevlî xebta siyasî ya tevgera kurdî li Sûrî bûm.

Ji sala 2005 an ve Malpera www.kaniya-sipi.de bi rêve dibim. Ez li zanîngeha Denîmark beşê Ragihandinê dixwînim.

Xebata min bêtir di warê wêjeyê de ye, (helbest, daneheva û berhevkirina kevnetorê kurdî, Lêkolîn li ser helbesta kurdî ya nûjen).

- Armancên Komela Kaniya Sipî çi ye?

Serhan Isa: Mirov dikare wisa bi rêz bike:

1. Kar ji bo anînecemhev, parastin û xizmeta Êzdîyatiyê; berevanî di ber wana de di hemî waran de li gorî karînên komelê; kar û hewildan ji bo rê li ber girtina ewan kiryarên nemerovan e yên ku li dijî Êzdiyan têne kirin, mîna derxistina Êzdiya bi darê zorê ji welatên wana, ku ji layê desthiladarên ewan welatên ku Êzdî têde dijîn ve tête bikaranîn.

2. Kar ji bo ku Êzdî di ewan welatên ku têde dijîn de, û mîna hemî Ayînên din bi azadî û bi zimanê ku ewna dixwazin seqa, girdi, diwa û dirûzên xwe bikarbînin; her weha mafdan û serbestkirina vekirina dibistanên Olî ji bo xwendina ayînê Êzdî li ser bingehin birayetî û lêborînî; û ji kîsî ewan welatên ku Êzdî têde dijîn de, her weha serbestkirina li darxistina ahî û cejnên ayînî, û rojên cejnan bibin rojên veysandina fermî ji bo agirt, xebatkarên sivîl û lekerî, yên bawermendên vê ayînê, di hundirê welat de.

3. Kar ji bo yekgirtina peyva Êzdiyan, di riya bihêzkirin û nûjenkirina têkiliyan di navbera Êzdiyan xwe bi xwe de ji layekî ve, û ji layekî dîtir ve di navbera Êzdî û rêxistin, û aliyên olî û merovanetî di cîhanê de di riya danûstandin û rawergirtinê de, ji layekî dîtir ve; Kar ji bo ku Ola Êzdî ciyê xwe di rêza ayînên cîhanî de bigre.

4. Kar ji bo danehev, nivîsandin û nûjenkirina çand û keleporê vê Olê, ji bo parastina hîmên Olî, her weha afrandina lêkolînan di derbarê hemî hêlên Olî û jiyana xelkê vê Olê de, civakî, rewenbîrî û dîrokî û wergerandina van berheman bo gelek zimanan, û belevkirina van berheman bi rengê pirtûk eger derfet hebin.

5. Nivîsandina lêkolîneke Ciyografî û dîrokî li ser Êzdiyan bi gitî û li ser Êzdiyên baûrê rojavayê kurdistanê bi tayîbetî ku bibe jêder û çavkaniyek, û damezirandina axan ji komelê re li ciyên ku Êzdî lê dijîn de.

6. bi hêzkirina rola jinê daku bikaribe ciyê xwe yê surityan e mîna Mêr di civatê de bigre, di riya pikdariya wêna di hemî bizavên cor bi cor de mil bi mil li gel mêr. Her weha li xwedîderketina li biçûkan û perwerdekirina wana bi êweyekî tenduristyane, li gor derfetên berdest. Vekirina hemî derfetên zanînwergirtinê li pêiya gêncan, ji bo sînorkirina derketina ji rêza civatê.

7. Alîkariya xwendevan û agirtên Êzdiyan yên ku ji ber sedemên aborî nikarin xwendina xwe bi dawî bînin, her weha alîkariya malbatên Êzdiyan yên belengaz û li gor karînên komelê di dema nuha de .

8. Birêkûpêkirina komîteyekê ku biêt bi Parêzerekî Elman re peywendiyê çêkê (an jî bêtir) ku ji Êzdîyatiyê bi tayîbetî û jî pirsên mafxwestin û mafwergirtina mafê penaberiyê bi kelemperî agahdar be; daku li nik dadgehên Elman dubarepirskirin û lênerîna pirsên ewan kesên Êzdî yên ku hîna mafê mana li vî welatî bi dest bê xistin...

- Ji kerema xwe re, analîzekî li ser buyera Şingalê û buyerên paşê pêk hatin ji me re bike.

Serhan Isa: Eger Şingal ne Herêmekê Kurdî be, wê li ser rûkê vê zemînê welatek bi navê Kurdistan tune be.


Şingal an jî keleha berxwedanê wek ku Êzdî wê bi nav dikin, mezintirîn herêma Êzdiya ye. “Jimara nişteciyên wê bêtir ji 400 hezar kes e, anku rêjeya Êzdiyan li Şingal 80% î ye ". 1

" Jimara nişteciyên Şingal di sala 1075 de bêtir ji 30 hezar kes bûn û jimara xaniyan di salên 1394 an de wek ku " Demlûcî " dibêje bêtir ji 35 hezar xanî bûn," 2

Nişteciyên Şingal bi giştî Kurd in, wek xak jî parçeyekî bingehîne ji nexşeya Kurdistanê, " ku ew bi xwe dikeve rojavayî kurdistana başûr, 120 km ji aliyê rojava ve ji Mûsil dûr e".3

Şingal ji sînorê xwe yê rojava ve dikeve ser sînorê dewleta Sûriyê, ji aliyên wê yên din ve jî hozên Ereba ne.

Şingal wek cografiya ji dewletên cîranê Iraqê re, bi tayîbet yên hevsînor mîna Sûriye, ji roja roj de ciyê pirs û tirsê ye.

Şingal, Tilefer, Zemar xaniqîn, Başik û Bazan, Şêxan û Kerkûk, ji bo tevgera siyasî ya Kurdî li Başûrê Kurdistan pirseke pir mezin in, û di seranserê pêvajoka têkoşîna xwe de bal kişandiya ser van herêman û bi xurtî doza zîvirandina wan ser nexşeya Kurdistan kiriye.

Lê divê em ji bîr nekin ku dijminên kurdan jî her timî ji bo vê dozê bi dekûdolab bûn, û hetanî vê gavê jî qet bi tu awayan rê nadin ku ev navçe û herêm bi nexşeya Kurdistanê ve bêne girêdan.

Ji bo Kurdan jî eger hat û ev proje têkçû wê ziyaneka mezin bighîne Gelê Kurd wek netew û wek xak.

Piştî serhildana 1991 î, gelek herêmên Kurdî ji bin destê deshilatdariya "Bexda" derketin. Di nav de jî gund û navçeyên Kurdên Êzdî bi tayîbet li Parêzgeha Dihokê, û hêdî hêdî Êzdî wek Ol, Netew di hemî hêlên jiyanê de, di Iraqê û Kurdistanê de geş bûn.

Piştî rûxandina rêjîma Bexda ya faşist di 09 Nîsana 2003 an de, Kurdên Êzdî jî mîna hemî pêkhatiyên Iraqê bi tam û bîna azadiyê şad bûn, û bi qeftên gulan pêşmergeh pêşwazî kirin.

Lê hêdî hêdî ev azadî û Iraq bi giştî li wan bû zindaneke vekirî.

Bûyera ku di 14.08.2007 an li Herêma Şingal " Sîba Şêx xidrê û Girê Izêr " qewimî, û di encamê de bêtir ji:

311 Pakrewanan

304 Birîndaran

36 Sêwiya

3050 Xaniyên ku zirar dîrina

300 Xaniyên ku ji kok ve hilweşiyana

170 Firoşgehên ku ji ko ve hilweşiyana 4

Kurdên Êzîdî li şûn xwe hiştin. Teror; di hizir, pilan, şêwe, dem, cî, û alavanên xwe de pir nuh bû.

Ji bo min bijatina dema bûyerê 14.08. ciyê pirseka mezin e?!.

Piştî bûyerê parêzerê Mûsilê “Durêd Muhemed Keşmûla“ doz li hikûmeta Iraqê kir, ku Herêma Şingal wek herêmek wêran ilan bike, û destê alîkariyê bi zûtirîn dem ji xelkê deverê re dirêj bike. Li ser vî esasî Encumena Wezîran yekşemba di pey bûyerê ev biryar sitandin, û 10 Milyon Dolar ji derverê re terxan kirin.

Lê mixabin ev alîkarî hetanî vê gavê bi rengekî rêk û pêk û pêdivî negihişte xelkên deverê?!

Herweha miletê Kurd li başûrê Kurdistanê bi tayîbet û li tevaya Kurdistanê û welatên ku Kurd lê dijîn bi dilsozî û alîkariyeke pir mezin beşdarî bûyerê bûn.

Ji layê din ve jî, helwesta Serkirdayetiya Kurdî bi tayîbet Serok Berzanî û Telebanî ciyê serbilindiyê bû, lê diyare ku damûdezgehên Herêmê û Iraqê bi erkên xwe yên pêdivî ranebûn û li helwesta serkirdayetiyê nebûn xwedî.

Nerazîbûn, daxwiyanî û helwestên ku di derbara bûyerê de hatin dayîn, ciyê serbilindiyê bûn, û di asteka pir hêja de bûn.

Bûyer ji hêla Koşka Sipî, Vatîkan, Al-Azher, û gelek dewlet, hêzên siyasî, saziyên mafên merovan, rewşenbîr û nivîskaran ve hate şermezarkirin.

Lê dîsa di praktîkê de evan dewletan destê alîkariyê ji xelekên deverê re dirêj nekirin, bêguman heta radeyekê merov dikare vê nepûtepêdanê fam bike, ji ber îro di Iraqê de hêza herî desthilatdar Emerîka ye, her weha ev wezîfe di pileya yekemîn de ya Hikûmeta Merkezî û Herêmê bû.

Ji layekî din ve, divê em tevger û xebata mal, komel û saziyên Êzdiyan jibîr nekin, têkoşîna ku van saziyan û tevaya Êzdiyên cîhanê nîşan da ciyê rûmet û serbilindiyê bû. Li gor karîn û derfetên xwe hetanî weka roja îro jî, di vê xebatê de beşdar in.

Gelek siyasetmedar, nivîskar, û hêzên siyasî, dema bûyerê bi cîbecîkirin û pêkanîna xala (140) ji destûra Îraqê ve girêdan. Lê piştî bişûndedan û gîrokirina bicîkirina vê xalê û helwesta Hikûmeta Herêmê ya heta radeyek sist, diyar bû ku armanc ji wisa mezintir, ferehtir û dijwartir bû.

Bersiva Hikûmeta Herêmê li ser rexneyên ku piştî qewimîna bûyerê hatin ji wan re, li ser nerabûna wan bi erk û wezîfa parastina hemwelatî û herêmên kurdî, bersivek pir seqet û ne saxlem bû.

Di hindek analîzeyên din de ev komkujî bi bûyerên (Şêxan- 14-15-16.02.2007), (Behzanê 07.04.2007), û (Musil 22.04.2007) girêdan.

Bûyer wek hizir, "hizra teroryane" di bingeha xwe de, di warê kuştin û tolhilanînê de, bi tayîbet di Iraqê de, piştî rûxandina rêjîma Sedam a faşist, hizreke nuh bû, ji ber ku armanca van " grûp û hêzên kuştinê " vê carê ew bû, ji ortêhilanîna miletekî bi ser xwe bû, "ferman"a tunekirina olekê bû?!

Bûyer di şêweyê xwe de, pir hovane bû, pir bi badnor û ziyan bû, li wê radeya ku merov têxîne nava pirs û gumanên pir xeternak û balkêş de, ku bûyerek bi vî reng, deng û ziyanê wê hêzên pir mezin li pey hebin.

Bûyer wek komkujî, “ferman”, a parçeyekî bingehîn ji miletê Kurd, û li ser astê xwe yê Kurdî wek Dewlet, Medya, û Siyaset, merov dikare bêje ku pûtepêdaneka mezin û pêdivî pê nehate kirin?!.

Ev yek jî bêguman ciyê pirsê ye, her weha bû sedema nexweşiyeka pir mezin di gewdê Kurdayetiyê de, û encamên wê yên nêgatif hêdî hêdî derdikevin holê.

Dibe ku di kurteanalîzeyekê de merov nikaribe berawerdiyekê di navbera Jenosîda Şingal (14.08.08 an) Hîroşîma (06.08.1945) Naxazakî (09.08.1945) û Helebça de (16.03.1988) bike, lê bi herhal bûyera Şingal di hemî astan de nekêmî van hersê bûyeran bû.

Hetanî weka vê kêlîkê bûyerên ku li herêmên Kurdên Êzdî qewimîne, mîna (Şêxan- 14-15-16.02.2007), (Behzanê 07.04.2007), û (Musil 22.04.2007) ne ji layê Hikûmeta Herêmê ve û ne jî ji layê Hikûmeta Merkezî ve lêkolînên mezin, pêdivî û pisporane li ser nehatine çêkirin?!

Kurdên Êzdî di seranserê dîroka xwe de hêminî, bawerî û xweşî ji derdora xwe, bi tayîbet ji birayên xwe yên Kurdên misilman nedîtine; lê piştî rûxandina rêjîma "Sedam", Kurdên Êzdî jî mîna tevaya pêkhatiyên Iraqê bi tam û bîna azadî, aramî û aşîtiyê şad bûn, û bi derdora xwe re derbasî qûnaxeka nuh bûn, û hewil dan ku mil bi mil Iraqa û Kurdistana dahatû ava bikin û pirên baweriyê di navbera xwe û hevparên xwe de ava bikin.

Ev rewş jî berê merov dide çend pirsên giring:

  1. Ev nebawerî ji kur tê, sedemên wê çi ne?

  2. Pêkhatiyên Kurdistanê wê karibin li gel hev di Kurdistaneka azad û hêmin de bijîn?

  3. Têkiliya van pêkhatiyan bi hev re di çi astê de ye?

  4. Biryara siyasî ya Kurd dikare çi bandorê li guhertina vê rewşê bike?

  5. Ji salên 1991 an ve Kurd xwedî Deshtilatdar in, gelo xeml û temtêla Kurdistana dahatû jî wê bi vê rengê be, wê bi van êşa be?

  6. Ciyê Kurdên Êzdi wê di Kurdistana dahatû de jî bi vî rengî be?

  7. Di Kurdistan û destûreka xuro Misilman, de wê ciyê Olên din li kur be?

Û gelek pirsên din ku gereke roj berî rojê siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd li ser bixebitin.

Mixabin encama van sedemên ku me li jor anîn ziman, û encama danûstandina ne wekhev, ne durist, ne birane a ku ji hêla Hikûmeta Merkezî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi Êzdiyan re hate kirin, û tê kirin, bûne sedema rûxandina van pirên baweriyê, bûn sedema parçekirina miletê Kurd, bûn sedema sedên nexweşiyên din, yên ku di bingeha xwe de wê ziyanên pir mezin û xeternak bighînin pirsa Kurdî di seranserê Kurdistanê de.

Ji layekî din ve eger em bala xwe bidin Nexşeya siyasî ya rojhilata navîn em dê bibînin ku di wê herêmê de pir hêzên hevpeyman yên ku li dijî hebûna miletê kurd û pirsa wî ya netewî kar dikin hene.

Lê pirs ew e:

Gelo hêzên siyasî yên kurd li hember van hêzên hevpeyman çi kar û tedbîran dikin?

Civaka Kurdî hetanî çi radeyê ji dekûdolabên van hêzan re hişyar e.?

Rewşa civaka Kurdî a navxweyî hetanî bi çi radeyê saxleme û dikare xwe li ber van dekûdolaban bigre?

Bandora hizra Islamî ya radîkal li civaka Kurdî di çi astê de ye?

Xetera vê hizra radîkal li ser pêkhatiyên Kurdistanê çawaya û wê çawa be?

Şêweyê têkiliyê di navbera Hikûmeta Herêmê de û hemwelatiyê wê de bi çi rengî ye?

Nêzîkbûn û famkirina Hikûmeta Herêmê ji daxwaz, metirsya û mafên Êzdiyan û hindikayên din yên kurdistanê re çawa ye?

Ji Hikûmeta Herêmê tê xwestin ku bi awayekî cedî li ser van pirsan û gelekên din jî rawest e û bi zûtirîn dem çareseriya ji wan re peyda bike, û hevparên xwe yên vê xakê bi tenê nehêle.

Di hilbijartinên yekemîn yên Perlemana Iraqê (komela niştimanî) di sala 2004 an de, di nav lîsteya hevpeymana Kurdistanê de, sê kursiyên Êzdiyan hebûn, her weha di wezareta ku di dema serokwezîr " Iyad Al-Alawî " de hatî çêkirin de, wezaretek şiklî bi navê wezareta dewletê ya karûbarên civaka sivîl dane Êzdiyan.

Di salên 2005 an û 2006 an dema hikûmeta serokwezîr „ Ibrahîm Al-Ceferî“ de, ev her sê kursiyên Perleman û yê wezaretê jî ji Êzdiyan hatin sitandin, tenê di nav lîsteya hevpeymana Kurdistanê de navekî Êzdî hebû! Her weha „Tevgera Êzdiyan ya çaksazî û pêşverû„ a ku Hikûmeta herêmê bû sedema jidayîkbûna wê kursiyek bidestxistin.

Mafbinpêkirina û jiguhavêtina mafên Êzdiyan û pêkhatiyên din ne tenê di Hikûmeta „Bexda“ yê de berdewam dike, belê li hêla Hikûmeta herêma Kurdistanê jî rewş hîna xerabtir û dijwartir e.

Kurdên Êzdî di perleman û hikûmeta herêmê de xwedî sê kursî û du wezaretên şeklî ne.

Hêzên siyasî yên ku îro Iraqê birêve dibin, qîma xwe bi vê yekê jî ne anîn, û dîtin ku ev mafên ku pêkhatiyên Iraqê yên kêmhijmar, bidestxistine pir e ji wan re, îdî perlemana Iraqê bi piraniya dengan biryar dan ku „benda 50 „ ji yasaya hilbijartina encumenê parêzgehan rakirin.

Li ser vê biryara Perlemana Iraqê a dijwar ku di derheqa hinikayiyên xwe de sitandiya cîhan bêdeng nema û dengên bi hêz ji nivîskar, rewşenbîr, hiqûqnas dezgehên mafên merovan û civaka sivîl bilind bûn.

Di vê derbarê de şandeka Kurdên Êzdî bi serokatiya Mîrê Êzdiyan li cîhanê Mîr Tehsîn Beg di 13.10.08 an de, berê xwe dane avahiya Perlemana Kurdistanê û ji layê berêz Ednan Muftî serokê Perlemana Kurdistanê, serokê komîteya nivîsandina destûra Herêmê û çend berpirsên din ve hatin pêşwazî kirin.

Mîr Tehsîn Beg û şanda li gel daxwaz li rayedarên Hikûmeta Herêmê kirin ku li Kurdên Êzdî û hindikayiyên din xwedî de derkevin û mafên wan di destûra „Herêmê“ û ya „Bexda“ yê de bêne çespandin.

Ji hêla xwe ve Serokperlemanê Kurdistanê soz da şandê ku bi cidî li ser daxwaz pêşniyaz û gazinên wan rawestin, û got ku Kurdên Êzdî parçeyekî bingehînin ji netewa Kurd û em qet bi tu awayan rê nadin tu hêzan ku mafên wan binpê bikin.!

Her weha hidikayên din jî yên mîna Xiristyanan bêdeng neman û serî li Hikûmeta Herêmê dan, û doza maf û parastina xwe kirin.

Tê zanîn ku di dema dawî de, teroristan di bajarê Mûsilê de gefên mezin li Xiristiyan xwendin, û bêtirî 15 kesan jiyna xwe ji dest dan, û bêtir ji 800 kesî koçber bûn.5

Her weha Kurdên Feyilî jî her timî ji danûstandina Hikûmeta Herêmê û ji ya Merkezî jî bi gazin in.

Ev rewşê û ev nerazîbûn û gilî û gazinên van hidikayiyên Iraqê bi giştî ne ji valahiyê tên.

Û eger rewş bi vî rengî berdewam bike, dê di pêşerojê de teqîn û encamên pir nexweş, pir bi ziyan bi xwe re bîne, ku êdî tu kes nikaribe li ber jan û hêrza wan xwe bigre.

Jêder û çavkanî:

    1. raporta miletên dibin gefê de ( GfbV )

    2. Kîfah Mehmûd, Şingal ji salên (1947- 2002) semînar.

    3. Heman jêder

    4. Agahdariyên komîteya Hawarê 22.08-26.08.2007 an

    5. Daxwiyaniya çak 17.10.2008

EuroKurd Human Rights – www.eurokurd.net

Çavkanî: Rizgari.org

 

COPYRIGHT EZIDI.DK
 
  Webmaster: Bahzad A. Mourad