Ezidi Forening i Danmark

الجمعية الايزيدية في الدانمارك

 

Dosya Taybetî: Tehdîta Jenosîdê û Êzidî -8-
EuroKurd Human Rights



                            


Rêvebirê Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê Serkan Brûsk:

Heta ku Êzidîtî hebe dê zimanê Kurdî hebe


Gabar Çiyan


- Ji kerema xwe re xwe bide nasîn.

Serkan Birûsk: Sala 1967 li herêma Omeriyan, li gundê Çalê hatiye dunyayê. Wî li Nisêbînê dest bi dibistanê kir û li bajarê Îzmîrê beşa mîmariya peyzajî ya unîversîteyê xwend lê ji ber sedemên siyasî wî dibistana xwe di nîvê de bi cî hişt û ew derket Ewrûpayê. Li Ewrûpayê wî karê nivîsandinê û rojnamevaniyê kir.

Gelek dokumenter û film hem wergerandin û hem jî dengê xwe daye wan. Herwisa wî amadekarî û pêşkêşvaniya programên wêje û çandî yên mîna Raman û Roman, Nav û Deng kiriye ku ev program di Tv Mezopotanya û Medyê de hatine weşandin.

Niha ew di birêvebiriya Înstutiya Kurdî ya Stockholmê de ye û li Înstutiya Teknolojîyê beşa teknîsyeniya avahî û mûlkî de dixwîne.

Berhemên wî yên wêjeyî ev in.

Helbest: Awurên bi hêvî, Xem vedixwim bi tasa sor ji demê, Peyvên Êşmij

Werger: Mûa û Pelle, Madîken, Ciwanên Îro, Xîzgur…

Roman û ceribandin: Sê Terîş, Mextel

- Bi taybetî li Şengalê û li deverên din yê Kurdistanê Êzidî dibin qurbana êrîşên hovane. Ewlekariya wan li ser xaka xwe tune ye. Weke şexis û rêvebirêk ji yê dezgehek netewî , ji bo parastina Êzîdiyan li tevayê herêmên Kurdan dîtina we çi ye, divê mirov çi bike? Em çawa dikarin vê çanda kevnare xurtir bikin?

Serkan Birûsk: Dema mirov ji awira ewlekariyê de rewşa Kurdên Êzidî bigire dest û binirxîne, du faktorên esasî derdikevin pêşberî me.

Yek jê faktora hêzên derve ye. Çi dewletên dagirker û çi jî dînên biyanî bin heman tesîrê li ser rewşa Êzîdiyan dikin ku ew jî bi giştî xerabkar û talankar e. Mirov bi rehetî dikare ispat bike ku faktora derveyî, seranserî dîrokê û heta roja îro jî bûye çavkaniya hemû cure dujminahiyên li dijî Kurdên Êzidî.

Miletên ku gelê Kurd ji xwe re kirine dujmin di serî de berê xwe dena hemû hêjahiyên ku nasnameya Kurd pêk tînin. Ziman, çand, ol, adet û sembolên ku Kurdayetiyê nûner dikin wek hedef hatine girtin. Mirov piraniya van faktorên êrîşkirî di kesayetiya Êzîdiyan de dibîne. Êzidîtî bi ziman, kinc, rabûn û rûniştin, îbadet û cejnên xwe qutiya reş a Kurdiyatiyê ne. Vekirina vê qutiyê bi awayekî qebe û zordarî ya bi destê dagirkeran zirarê dide van hêjiyayên ku me li jor rêzkirine.

Dagirkerên Kurdîstanê Êzîdiyan bi awayekî sîstematîk û fikirkirî ji axa wan sorgon kirin û hê jî dikin. Ew bi vê yekê dixwazin rehê dara Kurdayetiyê hişk bikin (ez dizanim ku ev îdayek mezin e û heta hinekî ji rastiyê dû re, ji ber ku hejmara Kurdên neÊzidî yên ji her cure dîn, çîn, bawermend û nebawermend prosenteke pir mezin e, îca dema mirov êzîdiyên ku xwe Kurd nahesibînin jî lê zêde bike wêdemê dê baştir bête fêmkirin) Lê ez dîsa jî vê gotina xwe dubare dikin, ji ber ku ji bo min êzdahî ji olekê zêdetir (tevî hemû rêz û hurmeta min ji vê olê re) bûye sembola Kurdayetiyê.

Ma ji bilî Êzidîtiyê çend olên din îbadet û duayên xwe bi zimanê Kurdî dikin?

Ji ber vê jî heta ku Êzidîtî hebe dê zimanê Kurdî hebe, berevaciya vê jî divê rast be, heta Kurdîtî hebe wê Êzidîtî jî hebe.

Ez wek wêjevan û Kurdperwerek ku rola zimên di azadkirina Kurdayetiyê de pir bilind û nirxdar dibînim, vê rola sembolîk a Ezîdiyê jî di çarçoveya Kurdayetiyê de pir jiyanî dibînim. Ji loma jî divê Êzidîtî, yanî Kurdayetî di bin her merc û şertan de li welat, li derveyî welat û li hemberî Kurdên paşverû (yên misilman, Êzidî û hwd) û hevkarên wan ên biyanî bêparastin.

Li vir em divê faktora paşverû ya hundirîn a Kurdên Êzidî jî li ber çavan bigirin. Ji bo ku ev ol karibe di şert û mercên îro de bijî, bersivê bide vê serdemê û ciwanên xwe, divê alimên Êzidî roleke çawa bileyizin? Ez vê wek pirsekê li vir dihêlim.

Ez vegerim ser faktora duyemîn. Di serî de dînê îslamê û hemû dînên din xwestine di nava Kurdan de cî bigirin û Kurdan ji baweriyên wan dûrbixin. Piraniya caran jî, wek mînaka misilmantiyê, ev piroses pir xwînavî derbas bûye. Kurdan her li berxwe daye lê hêzên biyanî baweriyên xwe bi darê zorê li ser Kurdan ferz kirine. Pişt re avahiyên xwe li Kurdistanê ava kirine. Ji nava Kurdan hevkarên xwe li ser bingeha dujminatiya nirxên Kurdayetî perwerde kirine. Bêguman gelek Kurdên oldar li dijî vê derketine û xwestine rengê xwe yê Kurdayetî biparêzin, lê zêde dengê wan derneketiye. Yên ku dengê wan derketiye jî nekarîne yekîtiyekê ava bikin, ew bi navê mezheb, ol û eşîrtî ji hevdu hatine xistin. Wek encama vê hevnegirtin û jihevbelavbûnê gelek serok û rêberên Kurdan li ber sêdaran gotina xwe ya dawî gotine.

Îro jî rewşa me ji vê nedûr e. Li bakurê Kurdistanê dîndarî zêde dibe. Ez bi xwe tevî hemû kêmaniyan jî jê re dibêjim Kurdistana Azad û nirxeke bêhempa didim vê avahiyê jî, divê ez bêjim ku, Başûrê Kurdistanê ber bi dewleteke meletî ve diçe. Heger di camiyek tenê ya Kurdistana azad de jî, li dijî Êzidîtiyê bi devê misilmanên xwînvexwarê Kurdan bê axaftin û tu rayedar pêşiya vê xwefiroşiyê negirin, ew ê sibe erebên beriyê van maşikên xwe di nava parlementoya Kurdan de li dijî Kurdayetiyê bidin axaftin.

Li vir bila şaş neyê fêm kirin, ez ne li dijî tu ola me, heta ku di navbera kes û Xwedê de be, mafê herkesî heye îbadeta xwe bike û divê ev derfet ji aliyê desthilatdariyê ve ji bo herkesî bê dayin.

Min hewil da ku di çerçoveya ewlekariyê de bersiva te bidim. Bêguman ji ber ku îro xetereke pir mezin li dijî Êzidîtiyê heye, em divê singa xwe bidin ber her cure êrîşan û daxwazê ji birayên xwe yên Êzidî bikin ku ew yekîtiya xwe xurttir bikin, tevli hemû cure hewldanên pêşverû yên Kurdan bibin, wek civak xwe li ser esasê zanistî rêkxistin bikin, kadroyên Kurdperwer û zana perwerde bikin.

Çawa ku kesên mîna Kanadê Kurdo, Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Şakirê Xudo û hwd bi berhemên xwe yên wêjeyî xizmeta ziman û çanda Kurdî kirine, divê ji niha û pê de ciwanên êzîdiyan ala van navdaran di her warê Kurdayetiyê de bilind bikin.

Em divê ji bira nekin ku qedera me hemû Kurdên azadîxwaz û pêşverû yek e.

EuroKurd Human Rights – www.euroKurd.net

Çavkanî: Rizgarî.org

 

COPYRIGHT EZIDI.DK
 
  Webmaster: Bahzad A. Mourad