| | | | |

 

Der bor flere hundrede ezidi'er i Danmark. På grund af det lille antal ezidi'er i danmark kender næste ingen danskere noget til ezidi'ernes kultur. Foreningen er etableret i oktober 2006 med det formål, at få ezidi kultur og historie bedre kendt, specielt herhjemme. Dermed vil vi arbejde på, at få ezidismen godkendt som et selvstændigt trossamfund i Danmark. Foreningen har hjemmested i København og består af over 80 medlemmer.

Foreningen ønsker også at samarbejde med andre foreninger og organisationer, der har interesse for ezidi samfundet.

 

 

Komîta rêvebir
Serok
Cêgir
Malî
Endam
Endam
Bahzad A. Mourad
København
Yilmaz Yildiz
København
Dilshad Shino
Købehavn
Kamal Ali
Rødby
Hashem khalil
Ålborg

Endam
Endam
Suppleant
Salam Qawal
København
Ali Mourad
København
Ali K. Khalaf
Odense

 

 

Dastûr

§ 1. Nav û Cih 

Navê komelê ”Komela Êzîdîyan li Danîmarqa” ya (Ezidi Forening i Danmark) û navnîşana wê li Beledîya Århus'ê ya.

 

§ 2. Armancên Komelê

•  Armanca komelê ewe ku kultur û ola Êzîdatîyê li Danîmarqa bidê naskirin û bela bikê.

•  Hewl bidê ku Civaka Êzîdî li Danîmarqa bi fermî bê naskirin.

•  Komel dixwazê li gel hemû komel û dezgehên li Danîmarqa û li derveyî Danîmarqa, ku ji bo çand û kultura êzîdîyan kar dikin, pêwendî deynê û li gel wan kar bikê.

 

§ 3. Xweîdarekirina komelê a madî

Komel wê xwe bi alîkarîya endaman û alîkarîye dezgehên dewletê û beledîyan finanse bikê.

Ew pereyên ku ji ber mesrefa komelê bimînin jî wê di nav çarçoveya qanunan da ji bo naskirina armancên komelê bên bikaranîn.

 

§ 4. Endametî

Herkesê ku 15 salên xwe tiji kiribin û xwe nêzîkî armancên komelê bibînê, dikarê bibê endamê komelê.

 Her endamek dikarê bi nivîskî dawî li endametîya xwe bînê. Qomîta Rêvebir a Komelê dikarê dawî li endametîyekê jî bînê, heka ku yekî/yeka endam li dijî armancên komelê kar bikê an jî heqê endametîya xwe nedê. Lê divê ev biryar ji alî hemî endamên Qomîta Rêvebir va bê qebûl kirin.

 

§ 5. Heqê Endametîyê 

Heqê endametîyê ji alîyê Kongreya Giştî va tê danîn.

 

§ 6. Rêvebirîya komelê

Kongreya Giştî rêvebirîya komelê a herî bilinde.

 

§ 7. Kongreya Giştî

Kongreya Giştî her sal carekê tê li dar xistin. Qomîta Rêvebir 3 hefte berê bi nivîskî endaman agahdar dikê.

Kongreya Giştî divê bi kêmasî ji van xalên li jêr pêk bê:

•  Hilbijartina yek kesî ji bo rêvebirina kongreyê

•  Rapora Qomîteya Rêvebir

•  Pêşkêşkirina hesabê komelê

•  Pêşkêşkirina bûtçeya komelê

•  Pêşnîyarên ku hatina pêşkêşkirin

•  Biryarstandina li ser heqê endametîya komelê

•  Hilbijartina Qomîteya Rêvebir û cigiran

•  Tiştên din ên di rojevê da

Tenê kesên endam dikarin dengên xwe bidin. Her endamek xwedî dengekîya. Kongreya Giştî li gor piranîya dengan biryarê distînê.

Pêşnîyarên ku di Kongreya Giştî da li ser bên gotubêjkirin, divê 2 hefte berî ku Kongreya Giştî li hev kom bibê, bikevê destê Qomîta Rêvebir. Bi kêmasî hefteyekê berî Kongreya Giştî divê pêşnîyarên ku hatina ji bo endaman bên şandin.

 

§ 8. Pêkanîna Qomîta Rêvebir

Qomîta Rêvebir a Komelê bi kêmasî ji 5 kesan pêk tê, ku serok, cigirê serok û muhasebecî (kesê ji hesab berpirsyar) jî di nav da ne.  Qomîta Rêvebir ji alîyê Kongreya Giştî va ji bo du (2) salan tê hilbijartin. Qomîta Rêvebir dikarê dîsan bê hilbijartin. Qomîta Rêvebir xwedîbiryare, heka ku nêvîyê bêtir ji endamên qomîtê hazir bin.

 

 § 9. Kar û barê Qomîta Rêvebir

Rêvebirina komelê a rojane ji alîyê Qomîta Rêvebir va tê meşandin.

Serok – û wextê ku ew ne hazir bê di cihê wî da cigirê serok – bangawazî dikê û civîna Qomîta Rêvebir bi rê va dibê, heka ku serok pêwîst bibînê, an jî bi kêmasî 3 endamên Qomîta Rêvebir daxwaza vê yekê ji serok bikin.

Qomîta Rêvebir bi kêmasî salê carekê bangawazîyê ji bo Kongreya Giştî dikê.

Qomîta Rêvebir biryarên xwe li gor piranîya dengan distînê. Heka ku rewşik wilo derkevê pêş û deng wek hev derkevin, wî wextî dengê serok an jî dengê cigirê serok dibê xwedîbiryar.

Qomîta Rêvebir li himberî dezgehên dewletê û Meclisa Århus'ê (Århus Byråd) ji bo bidestxistina alîkarîya madî, dayina lokalan, hesab û îzbatan (dokumentation) berpirsyare.

Dengdayina bi rêya wekaletnameyê nayê qebûl kirin.

 

§ 10 Bûtçe, Form, Hesab û Muhasabe

Qomîta Rêvebir her sal bûtçeyeke amadekirî ji bo qebulkirinê pêşkêşî Kongreya Giştî dikê.

Beledîya Århus'ê dikarê kontrolan çêbikê.

Hesabê salê li gor salnameya salê tê çêkirin. 

 

§ 11 Mafê Berpirsyarîyê

Berpirsyarîya komelê ji alîyê serok va tê meşandin. Gava ku serok ne hazir bê, cigirê serok û muhasebecî xwedî mafê berpirsyarîyê bi hev ra ne.

 

 §12 Guhertinên Destûrê

Guhertinên di destûrê da tenê ji alîyê Kongreya Giştî va dikarin bên kirin.

 

§ 13 Girtina Komelê

Piştî girtina komelê wê malê komelê ê li ber dest li gor biryara Kongreya Giştî a awarte di bin xala ”Girtina Komelê” da ji bo kar û armancên însanî bên dayin.

 

COPYRIGHT EZIDI.DK
 

Bahzad A. Mourad    /    Yilmaz Yildiz

>